Ev du roje lehî li wan her du welatan rabûye.
Li gor zaniyariyên berdest, di encama pêla bixor ya baran barînê de, li Pakistan û Efxanistanê, ev du roje lehiyên mezin radibin.
Çavkaniyên nûçeyan yên cîhanî behsa vê yekê dikin ku heta niha li Pakistanê herî kêm 300 kes jiber lehiyê canê xwe ji dest dane û li Efxanistanê jî di nava 10 eyaletên vê welatî de di nava du rojan de nêzî 15 kesan canê xwe ji dest dane.
Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de ev pêla baran barînê li başûrê Îranê jî bibû sedema rabûna lehiyê û di encama lehiya li Îranê de jî herî kêm 25 kes canê xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin