Hikûmet mehane 30 miliyon dolar xerc dike

niha li ser asta Kurdistanê rojane 3 miliyon lître benzîn tê hêlbirîn.
کوردستان TV
100%

Bo dabîn kirina benzînê ev pere tê xerckirin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku bo dabîn kirina benzîneke erzan û baş bo welatiyan, her meh bi fermana Serokwezîr bi qasî 30 miliyon dolar tê xerckirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de hatiye diyarkirin ku, hikûmet, bi xerc kirina pereya han kariye li ser asta navxweyî ya Kurdistanê benzîn bo du nirxên cuda 690 û 800 dînar bo welatiyan dabîn bike.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku niha li ser asta navxweyî ya Kurdistanê rojane zêdetir ji 3 miliyon lître benzîn tê hêlbirîn û li ser welatiyan tê dabeşkirin.

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.