Civîn roja sêşemê tê lidarxistin.
Biryare roja sêşemê 26ê Tîrmehê, civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî bo nîqaş kirin li ser topbaran kirina havîngeha Berox ya li Zaxoyê ji aliyê Tirkiyeyê ve civînek lidar bixe.
Heta niha nayê zanîn ku gelo civata ewlekarî vê ti biryarekî bide an na lê tê gotin ku vê Îraq raporteke berfire radestî civatê bike û di civînê de bi berfireyî nîqaş li ser êrîşa han were kirin.
Weke tê zanîn roja 20ê Tîrmehê artêşa Tirkiyeyê hevîngeha Berox ya li Zaxoyê topbaran kiribû di encama topbaranê de 9 welatiyên medenî şehîd bibûn û 23 welatiyên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin