Weke her car dibêje me tîmeke sîxorî girtiye.
Dezgeha îstîxbaratî ya Îranê yaku bi îtlaat tê nasîn, weke her car, vê carê jî dest bi belav kirina nûçeyeke bi dilê xwe kiriye.
Li gor daxuyaniya îtlaatê, hêzên wan karîne tîmeke sîxorî ya ser bi dezgeha îstîxbarata Îsraîlê yaku bi Mossad tê nasîn, girtine.
Îtlaat behsa vê yekê kiriye ku ev tîma han xwestiye li Îranê çend çalakî pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve rayedarên Îsraîlî jî ev nûçe red kirine û bi henek gotine ku îtlaat gelekî jêhatiye.
Îsraîl daye zanîn ku ti keseke Îsraîlî anjî ti kesek ku têkiliyên xwe li gel dezgehên fermî yên Îsraîlî hebe, nehatiye girtin.
Weke tê zanîn duhê jî malpera îraninternational belav kiribû ku Mossad li Tehranê rayedarekî spaha Pasdaran revandiye û jê lêpirsîn kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin