Tekez li ser domandina diyalogê bo çareser kirina kêşeyan kirin.
Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê federalî Mistefa Kazimî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro şemî 23ê Tîrmehê di çarçoveya serdana xwe de bo Bexda li gel Serokwezîrê Federalî birêz Mistefa Kazimî civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê tevahiya dosyeyên nîştimanî û ev mijaran kir ku, bo jiyana tevahiya welatiyan girîngin, pêşkêş kirina xizmetgozariyan û rêyên berdewamî dan bi karên hevbeş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi awayek ku asayîşa xwerak bo tevahiya Îraqiyan were dabînkirin û dabîn kirina şayisteyan berdewam be û jiyaneke serfirazane bo tevahiya wan were dabînkirin.
her di heman civînê de êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser xaka Îraq hatin mehkûmkirin bi taybetî êrîşên vê dawiyê ku jiber wan hijmarek welatiyên bêtawan bûne qurbanî û tekez jî li ser girîngiya rêkeftin li ser ramaneke yekgirtî bo nizîkatî kirin li hember wan destdirêjiyên ku têne kirin û lêkolîn kirin li ser sedemên wan hate kirin bi awayek ku serweriya Îraqê were parastin û kar li ser vê yekê were kirin ku di pêşerojê de ev binpê kirina han neyê dubarekirin.
Di berdewamiya civînê de me giftûgo derbarê hemahengiya ewlekarî ya di navbera hêzên ewlekarî yên federal û hêzên pêşmerge û girîngiya berdewam kirina rûbirû bûna êrîşên DIŞI û tevgerên din yên terorîstî hate kirin ku ev jî bo dilniya bûn ji vê yekê ku careke din nebin metirsî bo ser ewlekariya Îraqê.
Di berdewamiya civînê de rê û rêbazên bûribû bûna bandorên abûrî ya cîhan û deverê jî hatin nirxandin û bal li ser afirandina rewşeke goncaw bo pêşde birina abûrî hate kêşandin û di vê derbarê de jî tekez li ser girîngiya bihêz kirina mekanîzma hevkarî û hemahengiya hevbeş di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin bo baştir kirina jîngeha kar, rakêşana hêlbirînê û berfire kirina çavkaniyên dahatê.
Her di vê derbarê de rêkeftin hate kirin li ser kûrtir kirina danûstandinên navbera wezareta petrolê ya federalî û wezareta samanên xwezayî ya herêma Kurdistanê bo domandina kar kirina hevbeş bo gehêştin bi çareseriyeke hevbeş û gehêştin bi rewşeke yekgirtî di warê birêvebirina dosyeya petrolê de bi awayek ku, di berejwendiya gelê Îraqê de be.
Di dawiya civînê de Serokwezîrê federalî tekez li ser girîngiya kar kirin bi rihê yek tîm û girîngî dan bi tiştên hevbeş kir bi awayek ku ewlekarî, aramî û pêşde birin bo gelê Îraqê bi tevahiya pêkhateyan were dabînkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin