Behsa mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kirin.
Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Bexdayê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro di çarçoweya serdana xwe de bo Bexda, li gel Serokê parlementoya Îraqê birêz Mihemed Helbûsî civiyan.
Di civînê de ku Serokê hevpeymaniya Siyade birêz Xemîs Xencer jî têde amade bû, behsa pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê de, û herwiha têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî hate kirin.
Me tekez li ser pêdivî bûn û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta ferderalî kir bi awayeke bingehîn û li ser esasê destûrê.
Serokê parlementoya Îraqê balkêşande ser vê yekê ku, derfet heye bo çareser kirina tevahiya kêşeyan di nava wan de jî kêşeyên têkildar bi dosyeya petrol û gaze bi rêya xistine meriyeta qanûna federalî ya petrol û gaze ku di berejwendiya tevahiya pêkhateyên cuda û welatiyên Îraqê de be.
Me ev yek anî ziman ku herêma Kurdistanê hertim amadeye bo çareser kirina bingehîn ya kêşeyan bi rêya diyalogê, bi awayek ku mafên destûrî yên herêma Kurdistanê parastî bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin