Serokwezîr û Serokê civata dadweriya Îraqê civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê îro danê sibê serdana Bexdayê kiriye.
کوردستان TV
100%

Behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serok civata bilind ya dadweriya Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şemî 23ê Tîrmehê li gel Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê birêz Fayiq Zêdan civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê girîngiya çareser kirina kêşeyên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de li ser esasê destûrê kir.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, lazime weke pêgeheke federalî û destûrî li hember herêma Kurdistanê nizîkatî were kirin.

Serokê civata bilind ya dadweriya Îraqê, piştîvaniya xwe bo çareser kirina kêşeyên navbera herêmê û hikûmeta federalî bi rêya giftûgo û li ser esasê destûrê diyar kir ku, di berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê de be.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.