Têde xwestiye Amerîka bo çareser kirina kêşeyan hevkar be.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de nameyek bo Serokê Amerîka Jeo Biden şandiye û têde daxwaz jê kiriye ku, hevkariya Kurdistan û Bexdayê bike daku kêşeyên heyî çareser bikin.
Di bersifa vê nameya Mesrûr Barzanî de, Biden ji Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî re gotiye ku lazime kêşeyên heyî werin çareserkirin.
Lewre Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî destpêşxeriyeke nû bo çareser kirina kêşeyan kiriye û jiber vê çendê jî îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Kurdistanî serdana Bexdayê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin