Mimkune balyozê Tirkiyeyê were derxistin.
Biryare îro şemî 23ê Tîrmehê, parlementoya Îraqê civînek derbarê êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê de lidar bixe.
Di civînê de ku wezîrên derve û berevanî yên Îraqê jî amade dibin, bi awayeke berfire giftûgo li ser topbaran kirina havîngeha Berox jî tê kirin ku di encam de 9 welatiyên medenî canê xwe ji dest dabûn û 23 welatiyên din jî birîndar bibibûn.
Li gor zaniyariyan mimkune di nava parlementoyê de ev biryarên han werin dayîn.
Der kirina balyozê Tirkiyeyê ji Îraqê.
Biryare derxistina hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Îraqê.
Kêm kirina liv û tevgerên bazirganî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de.
Herwiha tê gotin ku vê di nava civîna îro de biryare bo vekirina dozê li dijî Tirkiyeyê jî were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin