Rayedarekî mezin yê spaha Pasdaran girtiye.
Li gor nûçeyeke ajansa iraninternational, dezgeha îstîxbarata Îsraîlê Mossad, kariye li Tehranê rayedarekî mezin yê spaha Pasdaran ya Îranê bi n avê Yedulah Xidmetî binçav bike.
Mossad piştî lêpirsîn û lêkolînên îstîxbaratî yên pêwîst ji Yedulah Xidmetî, wî azad kiriye.
Hate zanîn ku Yedulah Xidmetî, berpirsê dabîn kirina kinc, erzaq û pêdiviyên locistîkî yên hêzên spaha Pasdaran li Sûriye, Îraq û Libnanê ye.
Îran diyar kiribû ku nav hatî ji aliyeê komeke mafiyayî ve hatiye revandin lê pişt re hatiye berdan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin