Ev rêkeftina han derbarê dabîn kirina elektirîkê deye.
Li gor daxuyaniya wezareta elektirîkê ya Îraqê, di navbera Îran û Îraqê de rêkeftineke nû derbarê dabîn kirina elektirîka Îraqê de hatiye îmzekirin.
Li gor rêkeftina han, vê Îran heta 5 salên din bi qasî 400 mêga wat elektirîk bo Îraqê dabîn bike.
Vê di rêkeftinê de behsa pêdana pereyan jî hatiye kirin û ev yek hatiye nivîsandin ku lazime kiwalitiya elektirîkê baş be û Îraq jî di demê xwe de pereyên Îranê bide.
Weke tê zanîn beriya niha jiber kêşeya qerên Îranê yên li ser Îraqê, Îran şandina elektirîkê bo Îraqê kêm kiribû û herwiha di destpêka vê mehê de jî di navbera Siûdiye û Îraqê de rêkeftineke din ya bo girêdana elektirîka Îraqê bi xeta elektirîka kendavê, hatibû îmzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin