Dema pîwerdariya vî li Kurdistanê de bi dawî hatiye.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Kuwaitê kir û derbarê civînê de jî Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê dewleta Kuwaitê yê li herêma Kurdistanê birêz Omer Elkenderî kir ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Me rixmî balkêşandine ser têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Kuwaitê de, hevdem spasiya hewldanên Kosulusê giştî yê Kuwaitê jî kir ku, di dema pîwerdariya xwe de bo pêşde birina têkiliyên du alî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Konsulusê giştîyê Kuwaitê jî spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, hevkarî û hemahengiya berdewam li gel Konsulusxaneya Kuwaitê de kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin