Xwepîşandanên dijî Tirkiyeyê dîsa destpê kirin

welatî daxwaza qut kirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê dikin.
کوردستان TV
100%

Niha li Bexdayê li berdem balyozxaneya Tirkiyeyê xwepîşandaneke mezin heye.

Duhê piştî topbaran kirina havîngehekê li Zaxoyê ji aliyê Tirkiyeyê ve 9 kes şehîd bûn û 23 kesên din jî ku tevahiya wan welatiyên medenî yên başûr û naverasta Îraqê bûn, birîndar bûn.

Piştî bûyerê li seraserê Îraqê xwepîşandanên dijî Tirkiyeyê destpê kirin û li çend bajarên alayên Tirkiyeyê hatin şewitandin.

Îro dîsa xwepîşandanên dijî Tirkiyeyê li Bexdayê destpê kirin û niha li berdem balyozxaneya Tirkiyeyê xwepîşandaneke gelek mezin heye, xwepîşander diroşmeyên tirkiyeya qatil, terorîst û hov ji axa me derkeve diqêrin.

Her îro Tirkiye jî ji tisa tevahiya navendên pêdana vîzeyan li Îraqê daxist.

Ji aliyeke din ve derdorê seat 11ê termên şehîdan ji Hewlêrê ber bi Bexdayê ve hatin şandin û tê gotin ku li gel gehêştina terman bo Bexdayê ve xwepîşandanên gelek mezin li seraserê Îraqê dijî Tirkiyeyê werin kirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.