Amerîka huşdarî da Îranê

dibêje vê Amerîka û cîhan helwesteke din ya dijwar raberî Îranê bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje nabe dronan bide Rûsyeyê.

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin duhê çarşem di konferanseke çapemenî ya hevbeş de li gel Serokerkanê giştî yê Amerîkayê huşdariyeke tund da Îranê.

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir ku, nabe Îran bi ti awayî dronan bide Rûsyeyê û em dizanin ku Îran piştîvaniya êrîşên Rûsyeyê yên bo ser Ukraynayê dike.

Nav hatî diyar kiriye ku lazime Îran di navbera Rûsye û bernameya etomiya xwe de yek ji wan hilbijêre jiber ku eger piştîvaniya Rûsyeyê bike vê demê Amerîka û cîhanê helwesteke din nîşanî Îranê bidin û vê Îran rastî dorpêçên nû were.

Ji aliyeke din ve her duhê wezareta derve ya Amerîkayê jî diyar kiribû ku Îran piştîvaniya Rûsyeyê dike lewre Amerîka û cîhan amadekariya dorpêçên nû dijî Îranê dikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.