Êrîş li Bamernê pêk hatiye.
Li gor nûçeyeke skynews, duhê bişev bi dronan êrîşî ser navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Bamernê hatiye kirin.
Heta niha zaniyarî derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyeyê de nehatine bidestxistin.
Ev êrîşa han piştî vê yekê hat ku duhê nîvro artêşa Tirkiyeyê Havîngehek li Zaxoyê topbaran kiribû û di encam de 9 welatiyên medenî canê xwe ji dest dabûn û 23 welatiyên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin