Konsulusê Almanyayê xatira xwe ji Serokwezîr xwest

dema pîwerdariya wî weke Konsulusê Almanyayê bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%


Serokwezîr spasiya Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya Konsulusê Almanyayê yê li herêma Kurdistanê birêz Klemens Semtner kir ku, jiber bidawî bûna dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Me spasiya Konsulusê giştî yê Almanyayê kir ku, di dema pîwerdariya xwe de hewl bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Almanyayê daye û hêviya serkeftinê jî ji re xwest di pîwerdariya wî ya nû de.

Konsulusê Almanyayê jî rêzdariya xwe ya li hember hemahengî û hevkariya bihêz ya dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Kosnulusxaneya Almanyayê diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.