Îran: Em çek didin wan welatên ku li ser rêya Îranê ne

dibêje di warê pîşesaziya berevanî de pêdiviya Îranê bi welatên din re nemaye.
کوردستان TV
100%

Dibêje em amadene ku her cure hevkariyek pêşkêş wan bikin.

Fermandarê hêzên bejahî yên Îranê Keyumers Heyderî ragihand ku Îran amadeye her cure hevkariyeke leşkerî û locistîkî pêşkêşî wan welatên deverê bike ku li ser rê û xeta rejîma Îranê ne.

Keyumers Heyderî eşkere kiriye ku Îran amadeye, çek, cebelxane û pêdiviyên leşkerî û locistîkî bide wan welatan.

Heyderî balkêşande ser vê yekê ku Îran di warê pîşesaziya berevanî de gehêştiye astek ku ti pêdiviyeke xwe bi welatên din re nemaye û dikare di vê warî de hevkariya wan welatan bike ku li ser xeta şoreşa Îranê ne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.