Serok Barzanî li gel balyozê Franseyê civiya

behsa rewşa Şingal û operasiyona Tirkiyeyê bo ser Rojavayê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa prosesa siyasiya Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê Eric Chevalier li Îraqê kir.

Di civînê de ku Konsulsê giştî yê Franseyê yê li Kurdistanê jî têde beşdar bû behsa rewşa siyasiya Îraqê, pêşhatên dawî yên prosesa siyasiya Îraqê û hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Di heman civînê de nîqaş li ser rewşa Şingalê, rewşa jiyana xelkê Şingalê û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê jî hate kirin û her du alî balkêşandine ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê û behsa dilgiraniyên li hember operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser deverê jî hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de rixmî giftûgo kirin li ser peywendiya telefûna navbera Serok Barzanî û Serokkomarê Franseyê, hevdem tekez li ser pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê de hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.