Îro li Tehranê civîneke sê alî tê lidarxistin.
Duhê bişev Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan serdana Tehranê kir û ji aliyê wezîrê petrolê û Serokê komîteya protokolê ya Serokatiya Komara Îranê ve hate pêşwazîkirin.
Biryare îro sêşem Serokê Rûsyeyê Wladimîr Putin jî biçe Tehranê û di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyeyê de civîneke sê alî taybet bi rewşa Sûriyeyê were lidarxistin.
Ev her sê welat, li gor peymannameya Astanayê, garantorên Sûriyeyê ne.
Ev di demekê deyeku Îran, Rûsye, Sûriye û HSD li dijî operasiyona muhtemel ya Tirkiyeyê lihev kirine û li gor lihev kirinê vê bi hevbeşî bersifa operasiyona Tirkiyeyê bidin.
Ji aliyeke din ve duhê li Idlibê jî Sûriye û Rûsye dest bi êrîş û operasiyonên xwe yên li dijî komên çekdar yên Tirkiyeyê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin