Amerîka dîsa gef li Îranê dike

dibêje vê cîhan dorpêçên dijwar bixe ser Îranê.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê dorpêçên zêdetir bixin ser Îranê.

Wezareta derve ya Amerîkayê gef li Îranê kiriye û ragihandiye ku eger Îran balefirên bêpîlot bide Rûsyeyê vê demê vê Îran rastî ceza û dorpêçên nû û dijwar yên Amerîka û cîhanê were.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku, Amerîka dilgirane li hember dabîn kirina teknolojiya dronan ji aliyê Rûsyeyê ve li Îranê û Amerîka bi tundî çavdêriya vê yekê dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku eger Îran di warê dronan de hevkariya Rûsyeyê bike vê demê Amerîka û welatên din yên cîhanê dorpêçên gelek dijwar bixin ser Îranê.

Weke tê zanîn ev sê roje tê gotin ku Rûsye bo kirîna dronan şandeke xwe ya leşkerî şandiye Îranê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.