Îraq naxwaze bibe endam di dadgeha navnetewî de.
Psporê warê komkujiyan Parêzer Eyad Kakeyî ji Kurdistantv re ragihand ku hikûmeta Îraqê bi ti awayî ne amadeye daku peymannameya Roma ya pêşî girtin ji komkujiyan îmze bike.
Eyad Kakeyî herwiha eşkere kiriye ku heta Îraq ev peymannameya han îmze neke vê metirsiya dubare bûna komkujiyan li Îraqê li ser tevahiya pêkhateyan bidome.
Kakeyî tekez li ser vê yekê kiriye ku Îran bi ti awayî naxwaze bibe endam di dadgeha navnetewî de. Kurd gelek hewl da daku Îraq bibe endam di dadgeha han de lê hikûmeta Îraqê heta niha nebûye endam û naxwaze bibe endam di vê dadgehê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin