Matthew Zeiss: Kurdistanê hevbeşî girîng yê Amerîkayê ye

dibêje lazime Amerîka berevanî ji Kurdistanê bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje li Rojhilata Navîn tenê Kurdistanê hevbeşî ewlekarî û abûriya Amerîkayê ye.

Nivîskar û psporê têkiliyên navnetewî yê Amerîkî Matthew Zeiss di babeteke xwe de ku bo malpera Real Clear Energy nivîsandiye, behsa Kurdistanê û hevbeşiya navbera Kurdistan û Amerîkayê kiriye.

Matthew Zeiss diyar kiriye ku li Rojhilata Navîn de hevbeşê herî girîng û sereke yê di warê ewlekarî, abûrî û enerjî de Kurdistane û lazime Amerîka berevanî ji Kurdistanê bike.

Nav hatî di beşeke din ji babeta xwe de behsa vê yekê kiriye ku êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê bo ser rafîneyên petrol û gazê yên Kurdistanê, berejwendiyên abûrî yên Amerîkayê dixin metirsiyê de lewre lazime Amerîka di vê warî de berevanî ji Kurdistanê bike.

Nivîskar derbarê biryarên dadgeha federalî ya Îraqê yên derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê de jî nivîsandiye ku, ev biryarên han li ser daxwaza Îranê hatine dayîn jiber ku Îran dixwaze di warê abûrî de Kurdistan kontrol bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.