Dibêje eger heye em êrîşî ser bernameya etomî ya Îranê bikin.
Serokerkanê giştî yê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi ragihand ku niha hikûmet û artêşa Îsraîlê dest bi amade kirina rewşa navxweyî û raya giştî ya Îsraîlê bo şerê dijî Îranê kirine.
Serokerkanê giştî yê artêşê Aviv Kochavi diyar kiriye ku ev xwe amade dikin daku bo ji nav birina gef û metirsiyên Îranê yên li ser Îsraîlê dest bi şerê dijî Îranê bikin û eger heye ku di demeke nêz de êrîşeke berfire bibin ser benameya etomî û saziyên taybet bi vê bernameyê li Îranê.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku bijardeya leşkerî dijî bernameya etomiya Îranê bijardeye yekem ya Îsraîlê ye û artêşa Îsraîlê jî li ser vê esasê xwe amade dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin