Li Îranê çend leşker û pasdar hatin kuştin

du teqîn li pey hev çê bûne.
کوردستان TV
100%

Bombeyeke vedayî bi tirimbîla wan re teqiyaye.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, li zozanên Urmiyeyê, di dema derbas bûna karwaneke spaha Pasdaranya Îranê de teqîneke mezin çê bûye.

Li gor çavkaniyê, teqîn di encama bombeyeke vedayî de çê bûye û di encama teqînê de gelek Pasdarên Îranî hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Çavkaniyê diyar kiriye ku 15 deqîqe piştî teqîna yekem teqîneke din li heman deverê çê bûye û hêzên rejîmê nêzî 40 deqîqe piştî teqînan karîne kuştî û birîndarên xwe bo nexweşxaneyan veguhêzên.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.