Îran: Em dikarin bombeya etomê çê bikin

dibêje em jî dixwazên li gel Siûdiyeyê bibin xwedan têkiliyên baş.
کوردستان TV
100%

Dibêje em pêşwaziya pêşniyarê Qeterê dikin.

Serokê civata têkiliyên derve ya Îranê Kemal Xerazî ragihandiye ku Îran xwedan karîne û dikare bombeya etomê çê bike lê ti qesteke Îranê ya bo çê kirina bombeya etomî tuneye.

Kemal Xerazî diyar kiriye ku Îran dikare di nava çend rojan de rêjeya zengîn kirina uraniyomê ji sedî 20 bigehîne sedî 60.

Xezarî herwiha ragihand ku gotinên wezîrê derve  yên Siûdiyeyê yên derbarê xesteka Siûdiyeyê bo têkiliyên baş li gel Îranê jî bi erênî û baş wesif kir.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku lazime welatên deverê dest bi diyalog û giftûgoyê bikin û di vê çarçoveyê de jî Qeter pêşniyarên girîng kiriye û em pêşwaziya pêşniyarên Qeterê dikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.