Vê civîneke sê alî were lidarxistin.
Biryare sibê sêşem 19ê Tîrmehê her yek ji Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan û Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin serdana Tehranê bikin.
Di çarçoveya vê serdana han de ev her du kes, vê bi awayeke cuda li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bicivin û pişt re jî bihevre beşdarî di civîneke sê alî de bikin.
Vê civîna sê alî taybet be bi rewşa Sûriyeyê û nîqaş kirin li ser hevkarî û hemahengiyên navbera wan her sê welatan ku garantorên Sûriyeyê ne.
Tê payîn ku di heman civînê de nîqaş li ser şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de jî were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin