Li Urmiyeyê xwepîşandaneke mezin hate kirin

dibêjin rejîma Îranê bizanebûn golê hişik dike.
کوردستان TV
100%

Xelk bêdengiya rejîma Îranê şermezar dike.

Gola Urmiyeyê ku ji sala 2003an ve jiber kêşeya kêmaviyê rastî hişikbûnê hatiye, di wan salên dawî de zêdetir ji sedî 95ê golê hişik bûye.

Rejîma Îranê jî heta niha çend car ragihandiye ku hewl bo rakêşana avê bo nava golê û pêşî girtin ji hişikbûna golê dide, lê heta niha ti gaveke piratîkî neavêtiye.

Jiber vê yekê duhê li Urmiyeyê xelk daket qadan û li dijî parlemen û hikûmeta Îranê û bêdengiya rejîmê ya li hember hişikbûna golê, xwepîşandan kir.

Xelkê Urmiyeyê behsa vê yekê dikin ku rejîma Îranê bi zanebûn çavên xwe li hişikbûna vê gola han digire û hişikbûna golê vê bibe sedema karesatên gelek mezin yên însanî û jîngehî li deverê de.

Weke tê zanîn gola Urmiyeyê yêk ji golên herî mezin ya cîhanê ye ku têde xê heye û demeke dirêje çavkaniya debara jiyana şêniyên vê deverê bûye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.