Îran: Amerîka dixwaza aloziyan çê bike

komcivîna Cideyê duhê hatibû lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Dibêje gotara Biden ti bingeheke xwe ya rast tuneye.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî derbarê gotara Serokê Amerîkayê Jeo Biden yaku di kom civîna Cideyê de pêşkêş kiribû ragihand ku ev gotara han yaku tenê Îranê tawanbar dike, ti bingeheke xwe ya rastî tuneye.

Nasir Kenanî herwiha eşkere kiriye ku ev gotara Serokê Amerîkayê ya di kom civîna Cideyê de, nîşaneya vê yekê ye ku, Amerîka hewl bo vê yekê dide daku li deverê de aloziyan zêdetir bike û nakokî bixe navbera welatên deverê.

Weke tê zanîn Biden duhê li Cideya Erebistana Siûdî beşdarî di kom civîna Cideyê de kiribû û gotarek jî pêşkêş kiribû û rexneyên dijwar li Îranê kiribû.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.