Hefteya derbasbûyî destpê kiribû.
9 Mamosteyên Kurd ku beriya demekê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin, li girtîgeha Sineyê dimînin.
Çarşem û pêncşema hefteya derbasbûyî prosesa dadgeh kirina wan Mamosteyên Kurd destpê kiriye, ev proses hîn jî bi dawî nehatiye.
Ev her 9 Mamosteyên Kurd bi hinceta hewldan li dijî rejîma Îranê hatine girtin û tên darizandin.
Tê payîn ku îro careke din dadgeha rejîma Îranê dest bi prosesa darizandina wan Mamosteyên Kurd bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin