Mezlûm Ebdî: Em amadene bersifa Tirkiyeyê bidin

dibêje li Kobanê, Til Refet û Minbicê hêzên rejîmê hatine bicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Duhê kongreyeke çapemeniyê lidar xistibû.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeya Demokratîk ( HSD) Mezlûm Ebdî, duhê kongreyeke çapemenî lidar xist û di kongreyê de çend zaniyarî bo raya giştî parve kir.

Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku, gefên Tirkiyeyê yên li dijî hebûna gelê Kurd li Bakûr  û Rojhilatê Sûriyeyê ( Rojava) berdewamin û ew weke HSD xwe bo bersif dayîna êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê amadekirine.

Ebdî herwiha diyar kir ku, di çarçoveya amadekariyên rûbirû bûna Tirkiyeyê de, hêzên rejîma Sûrî, li Kobanê û Til Refetê hatine bicîhkirin û prosesa bicîh kirina leşkerên rejîmê li sînorên Minbicê jî didome.

Ebdî eşkere kiriye ku li gel rejîma Sûrî bo rûbirû bûna operasiyonên Tirkiyeyê û parastina deverê lihev kirine û di çarçoveya lihev kirina han de leşkerên rejîmê li sînorên Kobanê, Til Refet û Minbicê têne bicîhkirin û heta niha li Til Refet û Kobanê hêzên rejîmê hatine bicîhkirin û prosesa bicîhkirina leşkeran li Minbiciê jî didome.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.