Biden raste rast ji Til Avîvê çûye Siûdiyeyê.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn de, Serokê Amerîkayê Jeo Bidn piştî serdana xwe ya bo Îsraîlê, raste rast çû Siûdiyeyê.
Bi vê rengî Siûdiye bi fermî asmana xwe bo balefirên Îsraîlî vekir û ev jî bû gaveke din ya bo normal kirina têkiliyan di navbera Siûdiye û Îsraîlê de.
Ji aliyê xwe de derbarê naveroka serdana Biden bo Siûdiyeyê jî aliyên Amerîkî û Siûdî ragihandine ku Biden di vê serdana han de li gel şah û welîehdê Siûdiyeyê civiyaye.
Di civînan de behsa gelek babetan hatiye kirin û Amerîka rixmî diyar kirine piştîvaniya xwe ya berdewam bo Siûdiyeyê, hevdem piştîvaniya hewlên Siûdiyeyê yên bo pêşde birina têkiliyên xwe yên li gel Îraqê kiriye.
Her di heman civînan de behsa rewşa deverê û rêkarên nû yên bo rûbirû bûna gefên Îranê jî hatiye kirin.
Biden di serdana xwe ya bo Siûdiyeyê de, li gel rayedarên Siûdiyeyê di warên leşkerî, dîplomatîkî, abûrî û bazirganî de bi giştî 18 rêkeftin li gel Siûdiyeyê îmze kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin