Sekreterê berê yê partiya komonîsta Kurdistanê koça dawî kir

du sal jî Sekreterê partiya komonîst ya Îraqê bûye.
کوردستان TV
100%

Di temena 100 salî de li Hewlêrê koça dawî kir.

Sekreterê berê yê partiya Komonîsta Kurdistanê Kerîm Ehmed di temenê 100 salî de îro pêncşem li Hewlêrê koça dawî kir.

Biryare her îro li Hewlêrê bi merasîmeke girseyî, termê nav hatî li goristaneke Hewlêrê were veşartin.

Nav hatî sala 1922 li gundê Baqirte ya ser bi Koyeyê ji dayik bûye, heta pola sêyem ya seretayî li Hewlêrê çûye debistanê, piştre çûye Bexda û xwendina xwe di warê werziş û Mamostatiyê de xelas kiriye û piştre li Koyeyê weke Mamosteyê werzişê Mamostatî kiriye.

Sala 1947an zewiciye, 3 kor û 4 keçên wî nehe, sala 1953 heta 1955an Sekreterê giştî yê partiya komonîst ya Îraqê bûye û piştre jî bûye Sekreterê partiya komonîsta Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.