Dibêje operasiyon dibe sedema bihêz bûna DIŞI
Rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê duhê bişev derbarê operasiyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê de daxuyanî da.
Alîkarê wezîrê berevanî yê bo karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul ragihand ku Amerîka bi her awayî li dijî operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî hêzên Kurdiye.
Dana Stroul daye zanîn ku beriya niha jî Amerîka bi eşkere ji Tirkiyeyê re gotiye ku Amerîka dijî vê operasiyonê ye jiber ku ev operasiyona han destkeftiyên dijî DIŞIê dixe metirsiye û herwiha dibe sedema bihêzbûna DIŞIê li deverê de.
Weke tê zanîn ev demêke Serokkomarê Tirkiyeyê gefa operasiyoneke din li Rojavayê Kurdistanê dike û di rojên cejnê de jî wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê jî gotibû ku eger leşkerên Amerîkî jî liwir bin vê li leşkerên Amerîkî jî bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin