Îraq û Îran bo rûbirû b ûna xwelî û tozbarînê rêkeftinek îmze kirine.
Li gor çapemeniya Îranê şandên Îranî û Îraqê duhê li Tehranê civiyane û di civînan de nîqaş li ser çawetiya rûbirû bûna xwelî û tozbarînê hatiye kirin.
Her di heman civînê de Îran û Îraq di navbera xwe de dest bi cîhbicîh kirina rêkarên pêwîst yên bo pêşî girtin ji xwelî û tozbarînê kirine û bo vê yekê jî rêkeftinek di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin.
Her du welat amadebûna xwe bo cîhbicîh kirina pêngavên piratîkî bo pêşî girtin ji têkçûna jîngeh û xwelîbarînê diyar kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin