Biden gef li Îranê dike

dibêje Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Îsraîlê.
کوردستان TV
100%

Dibêje spaha Pasdaran di nava lîsteya terorê de dimîne.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden ku bi serdanek duhê gehêştibû Îsraîlê, ragihand ku, hîn jî bijardeya leşkerî ya li dijî Îranê li ber destê wan deye.

Biden di hevpeyvînekê de li gel kanala 12 ya Îsraîlî diyar kiriye ku, hîn jî bijardeya leşkerî ya li dijî Îranê li ser maseyê ye û spaha Pasdaran ya Îranê di nava lîsteya terorê de dimîne.

Biden herwiha eşkere kiriye ku, Amerîka pêbendî hevbeşî û berevanî kirin ji Îsraîlê ye.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku bijardeya herî dawî ya Amerîkayê bo  pêşî girtin ji çê kirina çekên etomî ji aliyê Îranê ve bikar anîna hêza leşkeriye li dijî Îranê.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.