Civîn 19ê Tîrmehê tê lidarxistin.
Li gor çapemeniya Rûsyeyê, biryare Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin hefteya pêşiya me serdana Tehranê bike û li gel rayedarên Îranê bicive.
Piştî civînên du alî yên di navbera Rûsye û Îranê de, vê civîneke sê alî di navbera Putin, Erdogan û Reîsî de jî were lidarxistin.
Di civîna sê alî de vê giftûgo li ser şerê Ukraynayê, rewşa Sûriye û çend mijarên din yên ku bo wan her sê welatan girîngin weke kêşeya navbera Ermenistan û Azerbayicanê jî werin nirxandin.
Li gor zaniyariyên berdest mijara herî gerim ya civîna sê alî vê rewşa Sûriyeyê be.
Weke tê zanîn ev demêke ku Tirkiye gef dike ku operasiyoneke leşkerî dike lê Îran û Rûsye li dijî operasiyona han nerazîbûna xwe diyar kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin