Serokê Polonya Andrzej Duda duhê ragihand ku Poland û Îsraîl hevbîr bûn ku peywendîyên dîplomatîk vegerînin asta normal.
Duda, di dema qebûlkirina balyozê nû yê Îsraîlî li Warsaw de got ku ew û hevtayê wî yê Îsraîlî Issac Herzog hevbîr nûn ku peywendîyên dualî bizivirînin asta normal.
Duda li ser Twitterê got: Wek pêngava yekê ya vê biryarê Balyozê Îsraîlî Yacov Livne nameya xwe ya fermi pêşkêşî min kir. Îsrael jî çaverê ye ku em jî balyozê xwe destnîşan bikin û ewê di demeke nêzîk de pêk were.
Herzog jî her bi rêka Twitterê ji Duda re sipas kir ku balyozê wî Livne pejirand û got ku di pêşvebirina têkîlîyên Îsraîl û Polanya de gaveke girîng hatiye avêtin.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin