Daxwaza vexandina balyozê Tirkiyeyê tê kirin

dibêje Tirkiye bi zanebûn av li ser Îraqê qut dike.
کوردستان TV
100%

Wezîrekî Îraqê dibêje lazime balyozê Tirkiyeyê bo wezareta derve were vexandin.

Kêşeya kêmaviyê li Îraqê her diçe dibe kêşeyeke gelek mezin û metirsîdar û wezîrê çavkaniyên avê yê Îraqê Mehdî Reşîd Hemdanî ragihand ku Tirkiye bi zanebûn rêjeya ava ku bo Îraqê berdide kêm dike û Tirkiye dixwaze bi vê awayî rewşa Îraqê aloz bike û jiyana xelkê bixe metirsiyan.

Nav hatî daxwaz kiriye bo hayedar kirina Tirkiyeyê balyozê vê welatî yê li Bexdayê bo wezareta derve were vexandin.

Ji aliyeke din ve balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê jî diyar kiriye ku Îraq bo xwe li hember kêşeya kêmavî û hişkesaliyê berpirsiyare.

Weke tê zanîn ku Tirkiye li ser her du rûbarên Dîcle û Firatê çend bendav ava kiriye û rê nade rêjeya pêwîst ya avê derbasî Îraqê bibe.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.