Dîsa nakokî dikeve navbera Tirkiye û Amerîkayê

dadgeha Nemsayê duhê biryar daye wî radestî Amerîkayê bike.
کوردستان TV
100%

Vê karsaz Sezgîn Barzan Korkmaz radestî Amerîkayê were girtin.

Karsazê Kurd Sezgîn Baran Korkmaz yê ku xwedan nasnameya welatîbûna Tirkiyeyê ye û gelek têkiliyên wî yên tarî li gel rayedarên AKP û Tirkiyeyê hene, li Nemsayê hatibû girtin.

Piştî çend mehan hewldanên dîplomatîkî, yên bo radest kirina SBK bo Tirkiyeyê, duhê, dadgeha Nemsayê biryar da daku navhatî bo darizandinê radestî hikûmeta Amerîkayê bike jiber ku li Amerîkayê jî li dijî SBK çend dosyeyên gendelî, sextekarî û spî kirina pereyên reş  hene.

Psporên têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê jî dibêjin radest kirina SBK bo Amerîkayê, vê bibe bûyera duyem ya Reza Zerab û Halkbanka Tirkiyeyê jiber ku SBK gelek nihêniyên derbarê rayedarên Tirkiyeyê de eşkere bike û ev yek jî dibe sedema çê bûna aloziyên nû yên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.