Îran: Emê êrîşî ser navendên herî nêz bikin

Îranî dibêjin ev sîstema han metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya nîştimaniya Îranê.
کوردستان TV
100%

Hewl bo ava kirina sîstemeke hevpar dijî Îranê tê dayîn.

Ev demêke bi pêşengiya Îsraîl û Amerîkayê li Rojhilata Navîn de hewl bo ava kirina sîstemeke berevanî ya hevbeş li dijî Îranê tê dayîn û heta niha çend welatên deverê di vê projeya han de beşdarin û danûstandinên Îsraîl, Amerîk û çend welatên din  yên Erebî bo razî kirina welatên din yên deverê bo beşdarî kirin di vê projeyê de berdewamin.

Armanca vê projeyê ava kirina sîstemeke berevaniya asmanî ya hevbeş li dijî êrîşên mûşekî û dronên Îraniye.

Li ser vê mijarê jî çapemeniya Îranê ragihandiye ku Îran xwe amade kiriye daku êrîşî ser vê sîstema berevaniya hevbeş bike.

Malpera nûrnews ya ser bi civata ewlekariya Îranê belav kiriye ku hêzên ewlekarî yên Îranê xwe amade kiriye ku eger sîstemeke wisa were avakirin, êrîşî ser navendên herî nêz yên vê sîstemê bikin.

Rayedarên Îranî jî qala vê yekê kirine ku ava kirina sîstemeke wisa metirsiyeke gelek mezine li ser ewlekariya nîştimaniya Îranê lewre bi her awayî vê li dijî vê sîstema han rawestin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.