Di mehekê de li Efrînê 45 welatî hatin revandin, 900 dar hatin birîn

ji aliyê MÎTa Tirkiye û cîhadiyan ve hatine revandin.
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û MÎT`ê bi hincet û tawanên bêbingeh di meha Hezîranê de 45 şêniyên Efrîna dagirkirî revandin û herî kêm 900 dar birîn.

Ev 4 sal e artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kiriye û niştecihên wê koçberî kantona Şehbayê bûne. Siyaset û kiryarên dagikeriya Tirk û çeteyên wê û MÎT`ê bi dagirkirinê sînordar nema, lê belê hîna jî ji bo koçberkirina şêniyên resen ên li kantonê, sûcan herî hovane li dijî wan pêk tînin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker di Hezîrana derbasbûyî de di nav de jinek, 45 welatî revandin, her wiha bi armanca xerakirina xwezayê û bazirganiyê zêdetirî 900 dar birîn.

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, MÎT`ê û çeteyên El-Hemzat, çeteyên Polîsên Leşkerî û Feyleq El-Şam 14 welatî revandin, navên welatiyên hatine revandin wiha ne:

Hisên Hec Henan (30), Omer Tatoz (32), Ferîd Ebdulqadir (33), Dilo Adil Erebo (30), Basil Ehmed El-Hesen, Hisên Fewaz Elî, Nezmî Ekrem Reşo, Behrî Riyad Hemo, Mihemed Idrîs Hesen, Fewazî Welîd Subhî, Xebat Îsmaîl Henan, Ebdulezîz Betal, Elî Ebdo Ziyad û Cûme Ehmed Elî.

Çeteyên Emşat, Cebhe El-Şamiyê û çeteyên Polîsên Sivîl û Polîsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh li navçeyên Şiyê, Şêrawa, Bilbilê û Mabata jî 11 welatî revandin ku yek ji wan jin e.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Omer Bekir Ehmed, Xelîl Şêxo, Ebdo Cîlo, Mihemed Fewzî, Emîn Menan Menan, Yasir Salih, Mihemed Esed Qasim, Cemîl Adil (27), Mesûd Samî Mamo (37), Şukrî Mehmûd Xelîl (42) û Nisrîn Mihemed Weqas.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên Feyleq El-Şam, çeteyên Polîsên Leşkerî û çeteyên "Ewlehiya Siyasî" 13 welatî revandin û navên wan wiha ne:

Hesen Mehmûd Osman, Mihemed Ehmed, Cuma Hemîd, Xelîl Ebdo Mihemed (32), Mehmûd Hisên Şêxo, Mihemed Ehmed Silêman, Xelîl Ehmed Şawtî, Yasir Cuma Elo, Mihemed Hemîd (46), Cume Omer Misto (47), Henan Omer Misto (35), Hadî Ednan Misto (34) û Yûsif Ebdo (37).

Li navçeya Raco û navenda kantona Efrînê ya dagirkirî jî, MÎT`ê û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Polîsên Leşkerî 7 welatî revandin, kesên hatine revandin ev in:

Mihemed Salih, Mihyedîn Reşîd Miqdad (58), Şêx Mûsa Reşîd Miqdad (48), Ehmed Ebdurehman Memo, Ronî Mihemd Îbiş, Mihemed Ehmed Mistefa (38) û Eslan Şêxmûs Hebeş (39).

Li gorî rêxistinê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker li seranserê kantona Efrînê zêdetirî 900 dar (zeytûn, hinar û darên din) birîn da ku bi êzingan bazirganiyê bikin û xwezayê wêran bikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, di nav de 30 jin, çeteyên dagirkeriya Tirk 346 welatî revandine, 18 kes qetil kirine. Her wiha zêdetirî 8 hezar û 500 dar birîne, bêhtirî 300 darên din jî şewitandine, di heman demê de bi dehan hektar daristan û zevî şewitandine.

Bê destkarî ji anhayê hatiye wergirtin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.