Balefirên Tirkiyeyê çiyayê Garê bordiman kirin

şeva derbasbûyî li heman deverê pevçûneke dijwar qewmiye.
کوردستان TV
100%

Derbarê zirarên bordmanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me dane, kêliyek beriya niha balefirên şer yên Tirkiyeyê cîhên gerîlayên PKK li çiyayê Garê ya li devera Dêrelokê ya ser bi Amêdiyê ve bordiman kirine.

Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Herwiha hate zanîn ku li quntarên çiyayê Metînan li nêzî gundên Sergele û Sêgirê li devera Dêrelokê di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de pevçûnên dijwar qewmîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.