Amerîka: Em berdewam dibin li ser berevanî kirin ji Îsraîlê

di naverasta vê mehê de Serokê Amerîkayê jî serdana Îsraîlê dike.
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Amerîkayê telefûna Serokwezîrê Îsraîlê kiriye.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken telefûna Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid kiriye.

Di peywendiya han ya telefûnî de her du alî behsa rewşa deverê û çend mijarên din kirine û wezîrê derve yê Amerîkayê ji Serokwezîrê Îsraîlê re gotiye ku Amerîka li hember gefên Îranê berdewame li ser berevanî kirin ji Îsraîlê.

Ev telefûna Blinken di demekê deye ku tê payîn di naverasta vê mehê de Serokê Amerîkayê jî serdana Îsraîlê bike.

Weke tê zanîn ev demêke ku Îsraîl jî li hember Îranê steratejiya xwe guhertiye û di şûna şerê li dijî komên ku biwekalet şer bo Îranê dikin, raste rast êrîşî ser Îran û cîhên hesas yên leşkerî yên Îranê di nava axa Îranê de dike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.