London jî dibêje direwe Cîgirê Sefîrê me nehatiye girtin.
Çapemeniya Îranê ragihand ku 4 dîplomatên biyanî ku di nava wan de jî Cîgirê Sefîrê Brîtanyayê yê li Tehranê jî heye, hatine girtin.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku ev çar dîplomatên biyanî serdana cîhên qedexe kirî kirine û wêne ji erd, av û xêya wan cîhan girtine û nimûneya wan jî li gel xwe birine daku cerbandinên makrobiyolojîkî li ser wan bikin jiber ku ev herêmên qedexekirî ku li eyaleta Kirmanê ne, cîhên cerbandinên mûşekî yên Îranê ne.
Îranê diyar kiriye ku ev dîplomatên han dema bi navê torîstîkî çûne wan herêmên qedexekirî di bin çavdêriya îtlaatê de bûne û dema girtina wan jî gelek nimûneyên av, xê, ax û berdên wan herêman jî li gel wan hatine girtin.
Di nava girtiyan de Cîgirê Sefîrê Brîtanyayê û psporên zanîngehên Lehistanê jî hene.
Ji aliyê xwe ve wezareta derve ya Brîtanyayê jî ev nûçeya han direwan û ragihand ku ne Cîgirê Sefîrê wan û ne jî ti dîplomateke wan li Îranê nehatiye girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin