naveroka civîna îro ya civata wezîran

Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye:
کوردستان TV
100%

Îro çarşem 6ê Tîrmehê me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, di rojeva yekem ya civînê de raporta wezareta navxwe ji aliyê wezîrê navxwe Rêber Ehmed ve ya derbarê pêşdeçûn û rêkarên cîhbicîh kirina fermana Serok civata wezîran ya taybet bi daxistina cîhên firotina çekan û dest biser da girtina çekên bêîzin li seraserê Kurdistanê de hate pêşkêşkirin.

Wezîrê navxwe hûr giliyên pêwîst yên derbarê rêkarên cîhbicîh kirina fermana han bo nehêştina çekên bêîzim bo civata wezîran pêşkêş kir û balkêşande ser pêngavên wezaretê yên bo cîhbicîh kirina qanûna nû ya çek li herêma Kurdistanê ya bi hijmara 2 ya sala 2022an û xalên bernivîsa wan rêkaran jî pêşkêş  kirk u biryare wezareta navxwe bo asankarî kirina bo cîhbicîh kiirna qanûna nû ya çek bi armanca nehêştina çekên bêîzîn û rêkxistina îzindana çekê û pêşî girtin ji tundiya bi rêya çek pêşkêş kir.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, lazime bi her awayî rûbirûyê Tawankaran bibin û dawî bi diyardeya çek helgirtina derqanûnî were anîn daku sînorek bo Tawankaran were danîn.

Di rojeva dudiyan ya civînê de bernivîsa proje qanûna nû ya kar ji aliyê wezîran kar û karûbarên civakî Kêwstan Mihemed ve hate pêşkêşkirin.

Rixmî spasî kirin ji wezareta kar û karûbarên civakî û tevahiya wezaretên beşdar di proseya amadekirina qanûna han de, me balkêşande ser girîngiya hebûna vê proje qanûnê ku yek bû ji xetên giştî yên bernameya kabîneya 9an, armanc ji vê proje qanûna han rêkxistina têkiliyên kar di navbera karker û karsazan li ser esasê mafên nû û parastina mafên her karker û xwedankaran û mafên mirov bi giştî, yeksanî cinsî bi taybetî parastina mafên karkerên tendirostî, selametiya pîşeyî û pêşde birina kerta taybet û afirandina derfetên nû yên kar û cîhgirtina karkerên navxwe di şûna karkerên biyanî de û dariştina qanûna han li ser pîwerên nûjen yên navnetewî, ev di demekê deya ku yasaya niha ya berkar vedigere bo salên 80 yên sedeya berê ku li ser esasê santiralîzm hatiye amadekirin lewre amade kirina vê qanûna han pêdiviyeke girîng ya vê serdemê ye.

Derbarê girîngiya proje qanûna kar, Cîgirê Serokwezîran ku Serokatiya komîteya wezarî ya amdekar ya vê projeyê kiriye, spasî wezareta kar, karûbarên civakî, wezareta plnan danan, tevahiya wezaret û aliyên beşdar di dariştina vê qanûnê de kir û got: Ev qanûn yek ji qanûnên  herî girîng û serdemiyaneye û stûna pêşde birina abûrî, bazar û kerta taybet û bihevkariya saziya cîhanî ya kar û li ser esasê pîwerên navnetewî hatiye dariştin û tevahiya mafên mirov û yeksaniya cinsî têde hatiye parastin.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku, bi rêya vê qanûnê, bi awayeke baştir nizîkatî li hember karkerên biyanî û mafên wan tê kirin û mafên karkerên navxweyî jî bi heman awayî parastî dibin. Herwiha dema kar kirina wan tê rêkxistin, derfetên karî tên afirandin û parastina mafên zarok û jinan tên parastin. Proje qanûna teqawidî û bîmeya civakî jî temamkerên proje qanûna nû ya kirin û di civînên pêş yên civata wezîran de vê giftûgo li ser were kirin.

Civata wezîran bi piraniya dengan, proje qanûna nû ya kar pejrand û pêşkêşî parlementoyê hate kirin bo ku dengdan li ser were kirinê.

Di rojeva sêyem ya civînê de raporteke taybet derbarê darayiya herêmê de ya bo 6 mehên yekem yên sala 2022an bi taybetî dahata petrol û xerciyan ( bikar anîn, projeyên hêlbirînê, xerciyên petrol û gazê, piştîvaniya hikûmet bo dabîn kirina sûtemeniyê bo wêstgehên berhem anîna elektirîn û kirîna enerjiyê ji wêstgehên kerta taybet di warê elektirîk û benzînê de bi buhayê piştîvanîkirinê), herwiha qerên têkildar yên bi petrolê. Ev babeta han ji aliyê wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab, Serokê dîwana Serokatiya civata wezîran, Omîd Sebah û Sekreterê civata wezîran Amanc Rehîm û wezîrê samanên xwezayî bi wekalet Kemal Mihemed ve hate pêşkêşkirin.

Hate gotin ku rixmî ku kabîneya 9an kariye bi dahata petrolê mûçeya karmendan dabîn bike, ku xerciya giştî ya mûçeya mehane 900 miliyar dînare, di demekê de ku hikûmeta federalî bo 6 mehên yekem yên sala 2022an lazim bû tiriliyonek û 200 miliyar dînar binêre, lê tenê du caran bo du mehan pere şandiye ku bi tenê 400 miliyar dînare. Lê hikûmeta herêmê her meh, mûçeya temam dabeş kiriye, ji bilî dabîn kirina mûçeyê di temena kabîneya 9an de û di sê salên derbasbûyî de jî, heta niha bi qasî 1 miliyar û 500 miliyon dolar qerên berê jî hatine dayîn. Herwiha hikûmet pere jî bo xerciyên bikar anîn, pêşîneya projeyên hêlbirînê jî xerc kiriye û bi ti awayî ti qereke nû jî nekiriye. Ev rixmî dabîn kirina gaze bo wêstgehên dabîn kirina elektirîkê ye, di demekê de ku tenê di şeş mehên yekem yên sala 2022an de, buhayê gaza ku li rafîneya Koromor hatiye dabînkirin bo wan wêstgehan 516 miliyon dolar bûye û hikûmet ev pereyên han dane. Lê hikûmet bi buhayeke remzî hatiye piştîvanîkirin. Herwiha dabîn kirina benzînê ku her lîtreya xwe 800 dînare bo welatiyan ku hikûmet bo xwe her lîtreyek bi 1200 dînar dikire. Ji bilî buhayê gaza malan ku ev jî bi buhayeke gelek kêm tê dabînkirin.

Di rojeva çaran ya civînê de, pêngavên qanûnî û dadweriyê yên hikûmeta herêma Kurdistanê li hember zextên nareva û derqanûnî yên wezareta petrolê ya Îraq federal ji aliyê Serokê dîwana civata wezîran ve hatin pêşkêşkirin. Hate gotin ku, mixabin hikûmeta federalî, bi derqanûnî, biryara rawestandina xerc kirina bûdceya herêmê daye, di heman demê de zextên nareva jî li herêmê dike, daku pêşiya dahata herêmê bigire ku bi rêya petrol û dahata navxwe tê bidestanîn, ku ti erkeke xwe ya darayî li ser hikûmeta federalî tuneye.

Civata wezîran tekez li ser vê yekê kir ku, bi ti awayî dev ji mafên destûrî yên xelkê herêma Kurdistanê ber nade û bi tevahiya rêyan jî berevanî ji mafên destûrî yên herêma Kurdistanê dike û serê xwe jî bo ti zexteke hikûmeta federalî ku dixwazên mafên herêma Kurdistanê binpê bike, natewîne.

Di heman demê de civata wezîran tekez li ser çareser kirina kêşeyên hilwastî li gel Bexdayê bi taybetî kêşeyên taybet bi petrol û gazê li ser esasê destûrê dike û hate gotin ku ev kêşeyên han bi rêya der kirina qanûneke nû ya federalî bo gaz û petrolê werin çareserkirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.