Serokwezîr li gel kesûkarên du Mamosteyên Zanîngehê kir

dibêje nabe di ceza kirina Tawanbar de ti kemanî hebe.
کوردستان TV
100%

Ev her du Mamoste hefteya derbasbûyî li Hewlêrê hatibûn şehîdkirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya kesûkarên wan du Mamosteyên zanîngeha Selahedînê kir ku, li Hewlêrê hatibûn şehîdkirin û di vê derbarê de jî Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Me îro pêşwaziya kesûkarên her du şehîd Doktor Kawan Îsmaîl û Doktor Îdrîs Hemexan kir ku, hefteya derbasbûyî di kiriyareke tankarîda cane xwe ji dest dabûn.

Dubare me prse, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêş, kesûkarên her du xwedê jê razî kir û ev yek jî diyar kir ku, şehîd kirina ev du Mamosteyên birêz, tawaneke gelek mezine û zirareke mezine jî bo xelkê Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê, jiber ku her du ximeteke gelek zêde pêşkêşî welatê xwe kiribûn.

Me dilniyayî da wan ku Bikerê vê tawanê, rastî cezaya xwe ya qanûnî dibe û tekez li ser vê yekê jî kir ku, piştîvan û hevkarê dadgehan dibin bo vê yekê daku, ti kemanî û sistî di ceza kirina Tawanbar de çê nebe.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.