Tirkiye bûye navenda nû ya tiranzîta Kokaînê

gelek cureyên madeyên hişber jî bo bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê veguhastine.
کوردستان TV
100%

Ji Amerîkaya Latîn bo Ewrûpa û cîhanê tê veguhastin.

Navenda InSaght Crime raportek li dor tiranzît û veguhastina Kokaîna Amerîkaya Latîn bo cîhanê belav kiriye û di raportê de qala Tirkiyeyê hatiye kirin.

Di raporta naveda nav hatî de hatiye diyarkirin ku Tirkiye bûye navenda nû û ya herî girîng ya tiranzît û veguhastina Kokaîna Amerîkaya Latîn bo Ewrûpa û cîhanê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku komên mafiyayî yên Tirkiyeyê yên ku li gel hikûmetê xwedan têkiliyên başin hêza xwe li ser veguhastinê zêde kirin û niha veguhastin bi temamî ketiye destî mafyaya Tirk.

Di  beşeke din ya raportê de hatiye nivîsandin ku mafyayên Tirk bi milyonan cure madeyên hişber bi hevkarî û piştîvaniya dezgeha îstîxbarata Tirkiyeyê şandine Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî.

Weke tê zanîn beriya niha Serokê mafyaya neteweperest ya Tirk Sedat Peker jî çend caran behsa veguhastina Kokainê ji Amerîkaya Latîn bo Tirkiyeyê kiribû û gotibû korê Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Binelî Yildirmê vê karê dike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.