Balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve başûrê Idlibê bombebaran kir

hêzên rejîmê jî ji aliyê Bakûr ve dest bi bordiman kirina Îdlibê kirine.
کوردستان TV
100%

Piştî 2 mehan, balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve herêmên li başûrê Idlibê bombebaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî bakurê Idlibê topbaran kir.

Li gor nûçeyeke anhayê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî 2 mehan, balafirên şer ên Rûsyayê ji nû ve “herêmên bêçek” bombebaran kirin. Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê 3 êriş li dijî herêmên Bênîn û Riwêhe yên başûrê Idlibê pêk anîn. Agahiyên der barê kuştiyan de heta niha bi dest neketine.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê herêmên li derdora bajarokê Merat El-Nesan a bakurê Idlibê topbaran kir. Di hedefgirtinê de çekên giran jî hatin bikaranîn.

SOHR'ê di 12'ê Gulana borî de ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundê Mintef, Kefer Lata û Mear Zav ên Idlibê 4 êriş pêk anîne. Di encamê de sivîlek birîndar bûbû û zirarên madî pêk hatibûn.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.