Karmendên fermangehan û xelk hatine hayedarkirin û neçarin beşdariya merasîma pêşwaziyê bin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Sineya navenda parêzgeha Kurdistan li Rojhilatê, vê roja înê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana parêzgeha Kurdistanê bike.
Walîtiya Sineyê tevahiya karmendên fermangehan û xelkê medenî hayedar kiriye ku neçarin beşdarî di merasîma pêşwaziyê de bikin.
Li gor zaniyariyên hêzên ewlekarî jî tedbîrên gelek tund yên ewlekarî girtine û mal bi mal û fermangeh bi fermangeh digerin û ji xelkê re dibêjin ku lazime roja înê di merasîma pêşwaziyê de amade bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin