Para herî zêde ya bazirganiya Îraq û Îranê birêya Kurdistanê re çê dibe

vê du deriyên din yên sînorî di navbera Kurdistan û Îraqê de werin vekirin.
کوردستان TV
100%

Asta bazirganiya navbera Îraq û Îranê gehêşte 6 miliyar dolaran.

Walîtiya Silêmanî ragihandiye ku vê di wan demên pêş de du deriyên din yên sînorî di navbera Kurdistan û Îranê de werin vekirin ku ev yek jî bandoreke gelek zêde li ser liv û tevgerên bazirganiyê dibe.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, niha 2 ji 3 para bazirganiya navbera Îraq û Îranê birêya Kurdistanê re dibe û di sala 2019an de rêjeya bazirganiya navbera wan 2 miliyar û 600 miliyon dolar bûye lê niha ev rêjeya han 6 miliyar dolare.

Li gor amaran rêjeya bazirganiya navbera Îraq û Îranê di sala 2021an de bi giştî 9 miliyar dolar bûye ku 6 miliyar ji vê bi rêya Kurdistanê re hatiye kirin.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.